Hevserokê Giştî yê HDPyê SelahattînDemirtaş: "Dibêjin 'Hûn ê çavkaniyê ji ku bibînin?' Çavkanî keda we ye, tiştên ku hûn çêdikin e. Dema ku me tiştên ku hûn çêdikin belav kir, em ê adil bin."
HDPê ji bo ku hilbijartin bi rêk û pêk û li gor rê û rêbazên durustiyê were kirin serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LHB) dabû. Hevserokê Giştî yê HDPê SelahattînDemirtaş der heqê vê de wiha got: "Ya ku Serokomar vê gavê dike, sûc e. Tu dozger newêre ku hesabê vê yekê bipirse. Me îro ji bo vî sûcî serî li LHBê da. Divê Serokomar hişyar bike, divê îxtar bike û bibêjê ku 'tu sûc dikî'."
Demirtaş li Kocaeliyê Meydana Bazara Pêncşemê di mitînga partiya xwe da axivî û moralê beşdarvanan pirsî û got ku her çi qas HDP bi coş xebatên hilbijartinê dike, moralê hinekan xerab dibe.
Demirtaş got ku ew bi kelecanî ji bo hilbijartina 7ê hezîranê amadehiyan dikin û wiha dewam kir: "Me dest û mil daye hevdu û em ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê bi coş û kelecan amade dibin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartineke wisa ku kêfa kesên ku heta niha tunebû wê kêfa wan bîne. Di dîroka Komara Tirkiyeyê da cara ewil e ku hilbijartin wê ji bo kesên xizan, kesên di fabirqeyan da dixebitin, di atolyeyan da dixebitin, ji bo karmendan, ji bo gundî û esnafan hêviyekê çêbike ku gel jî îqtidara xwe ava bike. Em ê tenê ji bendê derbas nebin, jixwe benda ji sedî 10an wê tarûmar bibe, lê bi çûyîna AKPê ra êdî alternatîfa îqtidareke demokratîk wê çêbibe. Em xwe amade dikin ku welêt bi rê va bibin. Heke hûn amade bin, HDP amade ye."
Demirtaş îdia kir, dema wan îlan kir ku ew ê berkeda kêmtirîn bikin hezar û 800 lîre, îqtidarê "qiyamet rakir".
Demirtaş got ku dibêjin "Hûn ê çavkaniyê ji ku bibînin? Çavkanî keda we ye, tiştên ku hûn çêdikin e. Dema ku me tiştên ku hûn çêdikin belav kir, em ê adil bin. Mesele meseleya parvekirin û dabeşkirina adil e. Ev hêz, bawerî û biryardarî di HDPê da heye. Lewra em ne wek perestkarê pere, qesr û sultantiyê, em wek hêviya kesên ku ji bilî Xwedê li ber kesî çok venadin û bindestan ber bi îqtidarbûnê va dimeşin."
Piştî axaftinê Demirtaş bi namzedên Kocaeliyê yên partiya xwe ra silav da gel.