20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber sûcên "Bi eşkere piçûkxistina milet, dewlet, esker û teşkîlata emniyetê ya Tirk", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "pesindayîna sûc û sûcdar" û "ji Serokomar ra kirina heqaretê" der heqê heft parlementerên HDPyî da fezleke amade kir.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, di fezlekeyên ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kirin da di nav sûcên ku Ziya Pîr, Leyla Bîrlîk, Nadîr Yildirim, Feleknas Uca, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu û Alîcan Onlu kirine da beşdarbûna teziyeyên terorîstan, di axaftinên xwe da dayîna pesnê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê û kirina propagandaya rêxistina terorê hene.
Di fezlekeyên Leyla Bîrlîk, Ahmet Yildirim, Fekenas Uca û Nadir Yildirim da bal hat kişandin ku ev parlementer beşdarî teziyeya Hulya Erogluya ku kodnava wê "Delal Amed" e di lîsteya sor a Wezareta Karên Navxweyî ya "Terorîstên ku li wan digerin" da ye, di 13ê mijdara 2017an da li herêma Şirnexê ya Bestler-Derelerê di operasyona esmanî da hatiye kuştin, bûne.
Di hinceteke din a fezlekeya Ucayê da jî hatiye gotin ku Ucayê di hevpeyvîneke xwe da pesnê Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê û pesnê sûc û sûcdar daye.
Di fezlekeya ku der heqê Parlementerê Îzmirê yê HDPyê Ertugrul Kurkçu da hatiye amadekirin da jî tê gotin ku Kurkçu di 26ê cotmeha 2017an da li Kocaeliyê di civîna hevdîtina gel a partiya xwe da axiviye û pesnê Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê daye û heqaret li Serokomar kiriye.
Der heqê Parlementerê Tunceliyê yê HDPyê Alîcan Onlu da ji ber ku di 2017an da li Tunceliyê beşdarî 8 cinazeyên terorîstan bûye, fezleke hat amadekirin.
Di fezlekeya ku der heqê Parlementerê Diyarbekirê Ziya Pîr da hat amadekirin da jî daxuyaniyên wî yên ku di îlona 2017an da li dijî operasyona ku Liceyê hat kirin heye.
Di fezlekeyan da hat gotin ku parlementeran sûcên "Bi eşkere piçûkxistina milet, dewlet, esker û teşkîlata emniyetê ya Tirk", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "pesindayîna sûc û sûcdar" û "ji Serokomar ra kirina heqaretê" kirine.
Di fezlekeyan da daxwaz hat kirin ku li gor benda 83yemîn a Makezagonê parêzbendiyên parlementeran werin rakirin. Fezleke ji bo ku ji Serokatiya Meclisê ra werin pêşkêşkirin, ji Wezareta Edaletê ra hatin şandin.