Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê 18ê Adarê Roja Serketina Çanakaleyê û ya Şehîdan wiha got: "Çanakaleya ku cihê şikandina bêyomiya qedera xelkê me ya 200 salî ye di heman demê de mizginiya şerê me yê Rizgariyê bû. Ez bi vê minasebetê dubare kesên ku wekî leşker û sivîl beşdarî şerê me yê rizgariyê bûn û di encamê de şehîd ketin û bûn xazî bi rehmeta Xwedê bi bîr tînim."
Serokomar Erdogan Fermandariya Akademiyên Herbê ziyaret kir.
Erdogan di merasîma li Navenda Çand û Lîstikê ya Herbê ya Ataturk ya Fermandariya Akademiyên Herbê de axivî û destnîşan kir ji ber ku ew bi sûbay û fermandarên Hêzên Çekdar ên Tirk re hat bal hev ew gelekî kêfxweş e.
Erdogan bi bîr xist ku Hêzên Çekdar ên Tirk di hemû qonaxên dîrokê de tûşî talûkeyan hatiye û got ku girtina sûbay û Serokê berê yê Sererkaniyê jî divê di vê çarçoveyê de were nirxandin.
"Ji girtina Serokê Sererkaniyê û sûbayan re dilê min razî nebû"
Erdogan diyar kir ku di van operasyonan de sûcdar û bêsûc, rastî û derew kirin heman kefê û wiha domand:
"Bi van operasyonan di serî de şexsê min hemû welat xalifandin. Rêxistina ku bi dizî ketiye nava dezgehên me û xwe bi rê xistiye ligel piştgiriya saxlem a medyayê ve dafik danî û bi derbeyê xwest ku Tirkiyeyê bi dest bixe. Ez ji dil dibêjim, di serî de Serokê berê yê Sererkaniyê û gelek fermandarên ku ez nasdikim hatin girtin û ji ber vê rewşê dilê min tu wext razî nebû. Min dudilî û îtirazên xwe wê çaxê jî anî ziman û heta min li hemberî raya giştî jî îfade kir. Wê çaxê ji ber rêza me ya li hemberî rêgeza dewleta hiqûqê wekî Serokwezîr û hikûmet em li derveyê pêvajoyê man. Ev rêxistin hûn dizanin dîsa di 17-25ê berfanbarê de bi hinceta gendeliyê li dijî şexsê min, dezgehên me yên neteweyî û hemû projeyên me yên neteweyî operasyon kirin."