Li Îzmirê di 29 saziyên perwerdeyê de operasyoneke hemdem hat kirin. Di operasyonê de 8 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Şaxa Tekoşîna Sûcên Malî yên Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li ser daxwaza Dozgerê Komarê di hin dibistanên taybet de lêgerîn kirin.
Bi hinceta "Bi zanetî û daxwazî alîkariya rêxistina terorê", "Tehrîbkirina ewraqên fermî û di belgeyên fermî de sextekarî" 8 kes hatin binçavkirin.
Di dibistanan de lêgerîn dewam dike.