Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di ziyareta xwe ya Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê de axivî.
Erdogan got ku ew ji vê ziyaretê kêfxweş e û ji ber xebatên akademiyê spasiya her kesî kir.
Serokomar Erdogan got ku di bingeha rexneyên saziyên navneteweyî yên wek NY û yên din de têgeha edaletê heye û wiha axivî:
"Dinya ji 5an mezintir e. Em behsa 5 dewletên ku di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de mafên wan ê vetoyê heye û dibe sedema bêedaletiyê û neheqiyê dikin. Hûn nikarin 196 welatan mehkûmî 5 welatan bikin. Lê mixabin niha dinya mehkûmî endamekî yan jî endamên daîmî yên van 5 welatan bûye. Di rewşeke wiha de mirov nikare bibêje li cihanê edalet heye."
Erdogan got ku li wir ji bilî Îslamê dînên din û bi tenê Ewropa, Asya û Amerîka heye, parzemîna Efrîqayê tune û wiha got: "Baş e ev edalet e? Na ne edalet e. M qey li ser navê edaletê rexnekirina vê rewşê ne mafê me ye? Li ser navê mirovahiyê û wicdanê ma ne mafê me ye?"
- "Edalet çi ye?"
Serokomar Erdogan got ku di çand, dîrok û baweriya me de têgeha edaletê heye û wiha dewam kir: "Xwedê emir dike ku mirov bi edalet tevbigerin, alîkariya eqrebayan bike. Bav û kalên me dibêjin ku edalet û zilm li cem hevdu nabin. Me jî ji ber vê nêrîna qedîm di sala 2001an de dema ku partiya xwe ava kir me navê edaletê bi serî de bi kar anî û em wisa derketin rê."
Serokomar Erdogan behsa rêxistina paralel kir û got ku ew di nav saziyên edaletê de bi cîh bûne û wiha axivî:
"Wek ku tê zanîn li welatê me di 17 û 25ên çileya pêşîn a sala 2013an de felaketek çêbû. Çeteyeke di nav teşkîlatên ewlehiyê û edaletê de bi cih bûye derfetên ku ji bo ewlehî û edaleta welêt emanetî wan hatine kirin bi kar anî û hewl da ku derbeyekê bike."
Erdogan got ku di vê pêvajoyê de hin dozger û hakimên ku di bin emrê hêzên din de dixebitin nikarin biedaletê tevbigerin û wiha axivî: "Ji bo ku sîstema edaletê baş bixebite divê hakim û dozger him bi fikrî û him jî wîcdanî azad bibin."