Elif Orhan
30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
BRUKSEL
Piştî êrîşa terorê ya li Stenbolê alayên welatên endamên îttifaqê yên li ber Baregeha NATOyê ya li Brukselê anîn nîvê dîregê.
NATOyê alayan daxist nîvê dîregê û piştevaniya xwe ya bi Tirkiyeyê re nîşan da. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî êrîşa Stenbolê demildest ji ser çapemeniya civakî êrîş şermezar kir û pişt re jî bi daxuyaniya ku weşand piştevaniya bi Tirkiyeyê re destnîşan kir û telîmat da ku alayan jî bînin nîvê dîregê. Li ser vê yekê alayên NATO û endamên îtifaq ên li ber Baregeha NATOyê anîn nîvê dîregê.
Ji aliyê din ve Şaredariya Schaerbeekê ya Brukselê ya ku lê gelek welatiyên Belçîkayê yên ku bi eslê xwe tirk in dijîn jî digel alayên Belçîka û yên herêmê alaya Tirkiyê jî li avahiyê daliqand. Balê kişand ku alayên Tirkiyê anîne nîvê dîregê.