İbrahim Atmaca
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
BRUKSEL
NATOyê li Brukselê deriyê baregeha xwe ya nû ku meha borî vebû, ji Ajansa Anadoluyê (AA) ra vekir.
Serokê Yekeya Destekê ya Baregeha Nû ya NATOyê Bogdan Lazaroae daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ku NATOyê baregeha xwe di sala 1967an da ji Parîsê barî Brukselê kir û ji wê demê heta niha hejmara endamên NATOyê ji 15an derketiye 29an û hema bêje 2 qat mezin bûye.
Lazaroae bi bîr xist, ji ber ku avahiya baregeha berê ji aliyê lojîstîk va kêmasiyên xwe hebû, mitefîqan di 1999an da biryara avahiyeke nû da.
Tê payîn ku avahiya baregeha berê di dawiya 2019an da îadeyî hikûmeta Belçîkayê bikin.
Çêkirina avahiya nû 8 salan dewam kir, nêzî 1,17 milyar ewroyî bû mal. Bi pereyê ku mitefîqên NATOyê didin va mesrefa avahiyê tê dîtin. Li gor vê perê herî zêde Amerîkayê da, herî kêm jî Îzlandayê da.
Baregeha nû li ser eraziyê balafirhega navneteweyî ya ewil a Belçîkayê ji aliyê dewleta Belçîkayê va hat çêkirin. Di pêvajoya çêkirinê da rojê teqrîbî 4 hezar kes tê da xebitîn. NATO kirêyeke sembolîk ji bo erazî dide, lê xwediyê avahiyê ye.
Baregeh li ser 254 hezar mêtreqareyî hat çêkirin. Tê da hezar û 365 ofîs hene û 4 hezar û 200 kes dixebitin. Rojê 500î zêdetir kes avahiyê ziyaret dikin û tê payîn ku her sal nêzî 5 hezar civîn wê lê werin kirin.
Di baregehê da cihê kombûnê, 18 salonên konferansê, navenda çapemeniyê, nivîsgeh, tesîsên civakî, nûnertiyên dîplomatîk û eskerî yên 29 delegasyonên neteweyî hene.
Salona konferansê ya "Room One"yê wekî "qelbê" baregehê tê qebûlkirin û tê da civînên serokên dewlet û hikûmetan, wezîr û balyozan tên kirin. Salon bi teknolojiyeke pêşketî va hatiye parastin û tê da bi 17 zimanan werger tê kirin û telekonferans heye. Serokên dewletan jî tê da tu kes nikare cîhazên elektronîk têxe salonê.