NEWPORT
NATOyê eşkere kir ku di çarçoveya faliyetên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de heke ewlehiya endamekî NATOyê bikeve bin xetereyê, dê nekevin nav dudiliyê û bergiriyên ku hewce dike, dê bigirin.
Daxuyaniya encama Zîrveya NATOyê ya ku bi beşdarbûna 28 serokên dewlet û hikûmetan li Newporta bajarê Gallerê hat lidarxistin, hat weşandin. Di daxuyaniya encamê de hat diyarkirin ku DÎŞI ji bo gelên Sûriye û Iraqê, welatên herêmê û NATOyê xetereyeke mezin e û gotin ku "Em bi tundî êrîşên DÎŞIyê yên bêrehm û namerdane yên li ser nifûsa sivîl, şermezar dikin."
Di belgeyê de destnîşan kirin ku rewşa ewlehiya Iraqê her ku diçe xirabtir dibe û tehdîda DÎŞIyê belav dibe, ev yek jî nîşan dide ku li Iraqê çareseriyeke siyasî ya ku li ser bingeha avakirina hikûmeteke ku her kesê di xwe de dihewîne, hewce dike. Di daxuyaniyê de piştgiriya NATOyê ya ji bo Iraqê hat destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamên NATOyê li hev kirin ku di mijara kordînasyona piştgiriya ewlehiyê ya ji bo Iraqê de arîkariyê bikin. Dan zanîn ku heke hikûmeta Iraqê bixwaze NATO amade ye ku bergiriyên ewlehiyê yên ku di çarçoveya înîsiyatîfa avakirina kapasîteya ewlehî û parastinê de dikarin bigirin, binirxîne.
Di daxuyaniya encamê de hat destnîşankirin ku dê mutefîk ji bo şervanên biyanî yên ku vedigerin welatê wan de rêyên xurtkirina hevkariya agahîparvekirinê bigerin.
-Mesrefên parastinê dê zêde bibin
Serokên NATOyê mesrefên parastinê zêde kirin û para ku ji bo parastinê hatibû veqetandin ji sedî 2yan derxistin ji sedî 10an.
Welatên endam di çarçoveya biryarên ku hatin dayîn de dê ji sedî 2yê dahatên xwe yên navxweyî ji bo mesrefên parastinê veqetînin û ji bo ku bigihêjin vê armancê jî dê di nav 10 salan de nekarin ji mesrefan bibirin. Biryar hat dayîn ku ji sedî 20ê veberhênanên ji vê sedî 2yê mesrefan jî dê ji bo ekîpmanan bê bikaranîn.
Tê payîn ku mesrefên parastinê yên endamên NATOyê bi salane bên nirxandin.
Di nav endamên NATOyê de 4 welatên ku gihiştine hedefa ji sedî 2yê tenê hene û ew welat jî ev in: DYA (ji sedî 4,4) Îngilistan (ji sedî 2,4), Yewnanistan (ji sedî 2,3) û Estonya (ji sedî 2)
Tirkiye jî bi ji sedî 1,8ê nêzî vê hedefê ye.