DİYARBAKIR
Hevserokê Federasyona Êzdiyan a Ewropayê Alî Ataman got: "Ji Çiyayê Şengalê 600 hezar însan mecbûr man ku koç bikin, 10 hezar însan li çiya asê man, li ser rêya Şengalê bi sedan cil û bergên qetandî, wesayît û cinaze man. Ev bûyer dê wek qirkirina sedsala 21ê di dîrokê de bê tomarkirin."
Hevserokên Federasyona Êzdiyan a Ewropayê Alî Ataman û Leyla Ferman lêkolînên xwe yên herêma Iraqê ya ku lê rêxistina terorê DÎŞIyê êrîş biribû ser êzdiyan, temam kir.
Li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê hat lidarxistin, Ataman di civînê de axivî û diyar kir ku ew çûn herêma Iraqê ya ku DÎŞiyê êrîş biribû ser êzdiyan, li vir lêkolînên xwe kir û destnîşan kir ku ew di encama lêkolînan de serwextbûn ku DÎŞiyê li Şengalê komkujî kiriye.
Ataman ragihand li gor encamên nefermî, di êrîşan de 10 hezar kes hatin kuştin û bi hezaran însan jî winda bûn.
Ataman got daxwaza wan ew e ku êzdî li welatê xwe bimînin û wiha berdewam kir: "Ji bo êzdî li welatê xwe bimînin divê bingeha mayînê bê amadekirin. Mirov nikarin di bin lembeyên kolan, li serên çiya û benzînxaneyan bijîn. Herçiqas însan bivîn bin jî pêdiviyên jin û zarokan bi hin tiştan hene. Daxwaza me ew e ku di pêşerojê de êzdî vegerin welatê xwe Şengalê. Lê belê di vê mijarê de hikûmeta Kurdistana Başûr hesas tevnageriya. Divê ji bo xizmeta gel kon bên vegirtin."
Armanca DÎŞIyê ew e ku êzdiyan bi tirs û xofê ji welatên wan derxe.
Ataman destnîşan kir ku ji 600 hezar êzdî mecbûr man ji Şengalê koç bikin, ev însan li giştiyê welat belav bûn; lê belê pêdiviya van însanan bi xizmeta tenduristiyê, xurek û pêdiviyên sereke heye. Ataman got tu pêdiviyên van însanan nayên bi cih anîn.
Ataman got ev însan bê alîkarî li serê çiyan dijiyan û wiha berdewam kir: "Ji Çiyayê Şengalê 600 hezar însan mecbûr man ku koç bikin, 10 hezar însan li çiya asê man, li ser rêya Şengalê bi sedan cil û bergên qetandî, wesayît û cinaze man. Ev bûyer dê wek qirkirina sedsala 21ê di dîrokê de bê tomarkirin. Hikûmeta Kurdistana Başûr nekaribû êzdiyên li Çiyayê şengalê dijiyan biparêze. Êzdî dibêjin ku Xwedê û YPGyê ew xilaskirin. Herwiha heke YPGyê mudaxele nekira dê bi hezaran êzdî bihatana qetilkirin. Divê ev rastî di dîrokê de bê qeydkirin."
Hevserok Leyla Fermanê jî kurdî axivî û bal kişand tundî û destdirêjiya DÎŞIyê ya li ser jinên êzdî û wiha pê de çû:
"Li herêma Şengalê gelek mirov hatin kuştin. Di encama lêkolînan de em serwextbûn ku DÎŞIyê 500 jin û gelek zarok revandiye. Ev jin di bazaran de tên firotin. Tê gotin ku ev jin di bazaran de di navbera 5 û 20 dolarî de tên firotin. Armanca van rêxistinan ew e ku jinên êzdî bifroşin û pere qezenc bikin. Di nav êzdî û kurdan de jin nîşaneya aştiyê ye, pîroz e."