SILÊMANÎ
Komeke ji êzdiyên ku li Silêmaniya bajarê Iraqê dimînin, DAEŞa rêxistina terorê protesto kir. Çalakvanan got ku ew di bin xetereyê de ne, dibe ku DAEŞ cardin êrîşî êzdiyên li Şingala navçeya Mûsilê ne bike û em ji bo vê "parastina navneteweyî" dixwazin.
Êzdiyên ku li Parka Azadî ya li navenda bajêr e kom bûn, heta ber ofîsa parlementoya rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) meşiyan. Çalakvanan heta wir dirûşmên wek "li Şingalê komkujî hat kirin", "em parastina navneteweyî dixwazin" berz kirin.
Berpisiyarê Ofîsa Parlementoya Silêmaniyê ya HKIyê û Parlementerê Tevgera Goranê Şêrko Hemamî kom pêşwazî kir û daxwazên komê guhdar kir. Hemamî piştî vê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got: "Em li gor standart û zagonên navneteweyî diyar dikin ku ya hat serê birayên me yên êzdî, komkujî bû. DAEŞê ji bo ku êzdî kurd in, êrîş bir ser wan. Dosyeya êzdiyan birin Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya li Laheyê ye."
Besma Şengallî ya ku beşdarî çalakiyan bû jî got ku DAEŞê gelek ciwan û keçên êzdiya revandin û hê jî em der barê wan de tu tiştekî nizanin. Şengallî got ku ji bo cardin bûyerên wiha neyên serê êzdiyan, em ji bo êzdiyan parastina navneteweyî dixwazin.
Şengalliyê destnîşan kir ku ya ku hat serê wan komkujî bû û ew dixwazin ev wek "komkujî" bê qebûlkirin." Kom, piştî ku daxwazên xwe ragihand rayedaran, belav bû.
Piştî ku DAEŞê di 10ê Hezîrana 2014an de Mûsil kir kontrola xwe, di 3yê tebaxê de jî êrîş bir ser Şingalê. Ji ber vê bi qasî 400 hezar êzdî herêm terikand û zêdetirî 10 hezarî jî xwe sparte Çiyayê Şingalê.
Pêşmergeyan, êzdiyên li Çiyayê Şingalê xilas kiribû. Êzdî îdia dikin ku helwesta DAEŞê ya dijî wan, sûcê mirovahiyê ye.