Êzdiyên li Iraqê ku aliyê milîtanên rêxistina terorê ya DÎŞIyê hatibûn revandin hatin berdan. Êzdiyên ku nêzî 6 mehan di destê DÎŞIyê de dîl man serpêhatiya xwe ji nûçegihanê AAyê re vegotin. Êzdiyên ku zarokên wan hatin kuştin, çavên wan kor bûn û rojên bi xof û dijwar derbas kirin, dema ku serpêhatiya xwe vegotin, giriyan.
Ji 198 êzdiyên ku duh li Kerkûkê serbest hatin berdan hinan got ku DÎŞIyê êşkence li wan nekir lê ji ber "birçîna, tîna û nexweşiyan" rojên zehf dijwar derbas kirin. Êzdiyan got ku êdî bandora wan şert û mercan jî li ser me nema lê êşa zarok û xizmên me yên ku winda bûn, ji dilê me dernakeve.
- "Li ber çavê min lawê min kuştin"
Bêzar Xelefa 60 salî ya ji Koçoya gundê Şingalê, ku par di meha tebaxê de milîtanên DÎŞIyê ew dîl girtibû got: "Milîtanên DÎŞIyê li ber çavên min lawê min ê 23 salî kuşt."
Bêzar wiha dewam kir: "Lawê min kuştin. Ji bo dayikekê êşa herî giran ev e. Lawê min ê ciwan ê bêsûc û bêguneh, bêyî sedem kuştin. Piştre ez digel kesên din dîl girtim. Em pêşiyê birin Telaferê û piştre jî birin Misûlê. Em kal û pîr bi vî halê xwe bi saetan meşiyan, em perîşan bûn. Dema ez li Mûsilê bûm çavê min ê çepê êşiya, ji ber ku ez tedawî nekirim, çavê min ê çepê kor bû. Lawê min, cîgera min kuştin. Du lawên min jî di girtîgeha Mûsilê de ne. Nizanim ku rewşa wan çawa ye. Ji bo ku em serbest berdan kêfxweş nînim. Ma dayikeke ku lawekî wê hatibe kuştin, du lawên wê di girtîgehê de bin dê çawa kêfxweş be?"
- "DÎŞIyê kal û pîrên ku bi kêrî wan nayên berdan"
Xelefê got: "DÎŞIyê kal û pîrên nexweş ên ku bi kêrî wan nayên berdan. Keç û xortên me yên ciwan hê jî di destê wan de ne. Em nizanin ku çi bi wan kirin. Bi taybetî keç û xortan digrin. Lewra naxwazin bi kal û pîr û nexweşan re aleqeder bibin."
Kinne Qasima (60) ku DÎŞIyê dema ku ew ji Çiyayê Şingalê direviyan dîl girt got ku der heqê mêr û lawê min de tu agahî tunene, ji bo ku ez serbest hatim berdan kêfxweş nînim.
Qasimê der barê roja ku ew dîl girtin de wiha qise kir: "Hin kesên di nav me de gotin ku yên ku alayên spî bihejînin dê dest bi wan nekin. Me jî cawên spî hejandin. Lê belê milîtanan dora me girt û mêr ji me qetandin. Em nizanin ku mêrên me bi ku derê ve birin. Em birin Telaferê û ji wir jî birin Mûsilê. Tim cihê me diguhertin. Qîz û bûkên me jî şandin cihekî din. Tenê em kal, pîr û nexweş serbest berdan."
- "Qîzên me ji me qetandin"
Xelef Ebdoya ku çokên wê diêşin û nikare bimeşe got ku ji aliyekî ve ji bo ku em serbest berdan kêfxweş im lê ji aliyê din ve xemgîn im, lewra der barê qîzên me de tu agahî nînin. Ebdoyê got hê jî di destê DÎŞIyê de gelek dîlên êzdî hene û wiha dewam kir:
"Belê dest bi me nedan. Lê keçên me ji cem me birin. Em ji ber vê yekê xemgîn in. Tiştên ecêb tînin serê qîzan, em nizanin ku ji van keçên me yên bêsûc û guneh çi dixwazin. Me dît gelek kes kuştin, serê mirovan jê dikin. Zilmeke mezin hat kirin. Dema ku wan em serbest berdan gotin teqez ciwanan serbest bernadin. Kesên ku wekî min pîr in, ên ku bi kêrî wan nayên serbest berdan."
Hazar Mirazê got: "DÎŞIyê qîz, du law, mêr û du bûkên min revandin" û wiha pê de çû:
"Mêrên me çawa be dê ji bo halê xwe çareseriyeke bibînin. Lê keçên me dê çi bikin. Rastî destdirêjiyê hatin. Qet nabêjin ev jin ducanî ye... Hema pêçeka jinan bilind dikin, ya ku ji bo wan bedew be dibin. Gelo dê kî hesabê vê yekê bipirse? Xwedê di dinya din de dê hisabê van tiştan ji wan bipirse."