PKKya rêxistina terorê teşebûs kir ku navçeya Şingalê ya girêdayî Mûsilê wek kanton îlan bike û ev teşebûsa PKKê li Hewlêrê hat protestokirin.
Ji Enstîtuya Zanistên Îslamî ya Hewlêrê komek xwendekar û hîndekarî xwepêşandan li dar xist û bi pankart û dirûşmeyên wekî "ji kantonan re na" li hember teşebûsa navborî bertek nîşan da.
Serokê Enstîtuyê Omer Hesen daxuyaniyek da û got ji bo ku piştgiriyê bidin daxuyaniyên "Serokatiya Herêma Kurdistanê" û hikûmetê ev xwepaşandan li dar xistin.
Hesen qal kir ku li dijî wê yekê ne ku partiyên siyasî û tevgerên ji welatên din tevî karên navxweyî yên "Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê" bibin û got "Ev teşebûs ji hedderketin e û ji bo derxistina fitne û aloziyê ye. Li Herêma Kurdistanê hikûmet û parlementoyeke ku bi rayên gel hatine ser kar heye. Kesên din bi tu awayî nikarin der barê dahatûya me de biryarê bidin."
Kom piştî daxuyaniyê bê bûyer belav bû.