Kontrola tenduristiyê ya êzdiyên ku ji hêla rêxistina DÎŞIyê ve serbest hatibûn berdan hat kirin û ew şandin Dihokê.
Êzdiyên ku qasî 6 mehan e di destê DÎŞIyê de êsîr bûn û duh li Altinkopruya Kerkûkê serbest hatin berdan, ji kontrola tenduristiyê derbas bûn. Ji êzdiyên ku westiyayî û bêhal in jê hinek kêfxweş in ku ew ê bigihêjin zarokên xwe, lê hinek xemgîn in. Lewra zarok, eqreba û ciwanên wan hê di destê DÎŞIyê de êsîr in.
Piştî kar û barê wan ê fermî hat qedandin êzdî şandin Dihokê. Her çiqas hişyarî hat dayîn ku ew tiştên di destê xwe de bihêlîn jî, êzdiyan guh neda vê hişyarîyê û alavên xwe yên ku bi mehan e li cem xwe digrin bernedan. Pêşmergeyan û tîmên tenduristiyê alîkariya êzdiyên kal û pîr, nexweş û astengdar kirin ku ew bi rehetî li wesayîtan siwar bibin.
- "Bextewariya me nîvcî ma"
Malbatên ku ji duh êvarê pê ve li benda eqrebayên xwe bûn kêfxweş bûn ku gihîştin eqrebayên xwe.
Dexil Seîdê ku gihîşte kurê xwe daxuyand ku ji malbata wî 48 kes hê di destê DÎŞIyê de ne û wiha axivî: "Ji ber ku diya min û kurê min ji destê wan xilas bûn kêfxweş im, lê dilê min bi birîn e. Lewra ji malbata min 48 kes hê di destê DÎŞIyê de ne. Ez hîn bûm ku keç û xort serbest nehatine berdan. Bextewariya min nîvcî ma. Ev bi mehan e çavê min li rêya wan bû. Min kurê xwe hembêz kir, lê di destê terorîstan de hê gelek mirov hene. Ez ji vir bangî rayedaran dikim, wan mirovên bêguneh ji destê wan xilas bikin."
- "Ez bi serbestbûna xwe kêfxweş nebûm"
Semir Dexilê 10 salî jî bavê xwe hembêz kir û got ku ev bi mehan e xiyala vê rojê kiriye ku bigihêje bavê xwe û wiha axivî:
"Ez bi serbestbûna xwe kêfxweş nebûm. Lewra ji malbata me gelek kes hê di destê rêxistina terorê de ye. Xwîşkên min, meta min û gelek eqrebayên me dîlê wan in. Ji ber vê bextewariya min nîvcî maye."
Serokê Hîva Sor a Hewlêrê Hawre Îhsan jî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dema ew hîn bûne ku êzdî serbest hatine berdan wek sazî ji bo ku alîkariya wan bikin bi lez gav avêtine.
Îhsan wiha axivî: "Ji duh êvarê pê ve kontrol hatin kirin û şikir heta niha tiştekî nebaş nehat dîtin. Em nizanin ka heta niha çima van kal û pîr û mirovên astengdar di destê xwe de girtine. Em ê wan bişînin Dihokê li cem eqrebayên wan. Hemû pêdiwiyên wan ê bên dîtin û em ê xizmeta wan bikin. Wek ku tê dîtin mirov perîşan in. Çi ji destê me bê em hewl didin ku bikin."
198 êzdiyên ku ji 6 mehan vir ve di destê DÎŞIyê de êsîr bûn duh li herêma Mekteb Xalida Kerkûkê serbest hatibûn berdan.