Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li navçeya Ebû Kemalê ya ku girêdayî bajarê Deyru'z Zorê navenda rêxistina terorê DÎŞIyê bombe kirin. Hat ragihandin ku di bombekirinê de 5 kes mirin.
Komîteya Kordînasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyand ku balafirên şer li navçeya Ebû Kemalê ya ku girêdayî bajarê Deyru'z Zorê navenda rêxistina terorê DÎŞIyê bombe kirin. Di bombebarandinê de 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bilî vê, hêzên koalîsyonê bajaroka Tel Hamîsê ya li ser bajarê Hasekeyê û di destê DÎŞIyê de ye jî bombe kirin.