Lijneya Birêvebirinê ya Navend ya HDPê êrîşa xwekujiyê ya ku DÎŞIyê li Hesekê bir ser pîrozbahiyên Newrozê, şermezar kir.
Lijneya Birêvebirinê ya Navend daxuyaniya nivîskî da û lenet li êrîşên ku li dijî 21ê Adarê Cejna Newrozê tên kirin, anî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Çeteyên DÎŞIya ku li hemû eniyên Rojava bi ser neketin, duh li Hesekêya bajarê Kantona Cizîrê du êrîş birin ser pîrozbahiyên Newrozê û hedefa wan sivîl bûn. Piranî jê jin û zarok, di êrîşê de 17 kes mirin. Em vê êrîşa barbar û dijminê mirovahiyê ku birin ser Cejna Newrozê ya gelên Rojava û gelên Rojhilata Navîn, lenet dikin.
Mangayên kuştinê yên ku bûne marqe hewl didin ku gelan bi kuştinê terbiye bikin. Di Newrozê de jiyan ji nû ve tê vejandin. Di rojeke wiha de êrîşên wan ên li dijî pîrozbahiyên Newrozê, cardin dide nîşan ku ew dijminên mirovahiyê ne."