NEWPORT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lûtkeya NATOyê de bangî serokan kir û wiha got: "Li dijî rewşa tundî ya ku li Iraq û Sûriyeyê ewlekariya herêmê tehdît dike dibê bi nêrîneke bibiryar ve gavên girîng bên avêtin."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan, Serokomar Erdogan di Lûtkeya Serokwezîr û Serokomaran a NATOyê ya ku li Cardîffê dewam dike de axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li dijî rewşa tundî ya ku li Iraq û Sûriyeyê ewlekariya herêmê tehdît dike dibê bi nêrîneke bibiryar gavên girîng bên avêtin û wiha axivî: "Li dijî tiştên ku rejima Şamê kir kesekî deng dernexist û di dawiyê de li herêmê rewşeke kaotîk derket holê. Rêxistinên terorê ev wek firsend dîtin. Dibê li dijî van rêxistinan stratejiyeke berfireh bê avakirin."