Endamên NATOyê dê îro li ser daxwaza civîna awarte ya Polonyayê dê bicivin û di civînê de li ser mijara 'gelo bandora bûyerên li Ukraynayê diqewimin li ser îtifaqê heye an na û bersiva herî baş ya îtifaqê li hemberî bûyerên diqewimin bide çi ye' rawestin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen, di daxuyaniya nivîskî de got ku ji bo madeya 4emîn ya der barê parastina giştî ya di peymana NATOyê de cih digre bikeve rewacê, li ser daxwaza Polonyayê, biryara civîna awarte hat dayin.
Li gor madeya 4emîn a di Peymana Washingtonê ya NATOyê ya di sala 1949an de hat îmzekirin de cih digre, heke yekîtiya axa ji welatan endamên NATOyê yek di bin xetereyê de be, gefan li ewlehiya serxwebûna siyasî bide dê hemû endam bicivin û bi hev re li ser rewşê îstişare bikin.