Obama li Qesra Spî, beriya hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû, der barê pêşveçûnên li Ukraynayê daxuyanî da.
- "Rûsya li ser xeta şaş a dîrokî ye"
Obama got ku Rûsya bi vê helwesta xwe him huqûqa navneteweyî û him jî mafê deshilatdarî û yekîtiya axa Ukraynayê xera dike. Rûsya "li ser xeta şaş a dîrokî" disekine.
Obama wiha axivî: "Tiştên ku divê neyên kirin ew in ku Rûsya bi awayekî bêperwa leşkerên xwe kaşî seheyê dike û rêgezên bingehîn ên ku hemû dinya nas dike, binpê dike. A niha ji çar aliyê cihanê dewlet, vê helwesta Rûsyayê şermezar dikin. Ev jî nîşan dide ku Rûsya di nava xetereke mezin de ye."
Obama diyar kir ku ew piştevaniya hikûmeta berwext dikin û ji bo ku vê piştevaniyê bi awayekî spesîfîk di warê aboriyê de nîşan bide, ew ê John Kerry bişîne Kîevê.
Obama bangî Kongreyê kir da ku ji bo derbaskirina pakêteke alîkariyê de hevkariya rêvebiriyê bikin.