Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIê belav kir, hevdîtin li xaniyê Barzanî yê li navçeya Selahaddînê hat kirin.
Li gor daxuyaniyê McGûrk, Serok Barzanî vexwend Amerîkayê û wiha got: "Serok Barzanî kîngê musaîd be û bixwaze serdana Amerîkayê bike dê Serok Obama bi serdana Barzanî ya Amerîkayê re rûmetdar bibe. Kongreya DYA ji bo kesên li herêma Kurdistanê dijîn pirsgirêka wîzeyê ji holê bê rakirin, pêşnumayeke qanûnî amade dike. Li gor pêşnumayê dê êdî pirsgirêka wîzeyê ji holê rabe û kongre ji bo pêşnuma bikeve rewacê hewl dide."
McGûrk der barê qeyrana îxraca neft û budçeyê de ya di navbera Bexda û Hewlêrê de jî wiha got: "Helwesta Amerîkayê ya di mijara dayina mehaniyên karmenda û lihevnekirinan de eşkere ye û min fikr û ramanên xwe yên derbarê mijarê de bi her du aliyan re jî parve kiriye. Di nav her du aliyan de jî divê rêya diyalog û muzakereyan vekirî be."
Barzanî jî îfade kir ku hikûmeta Iraqê nedayina mehaneyên karmendan qebûl nake û wiha got: "Bexda mehaniya karmendên me nade û gefan li me dixwe. Lê belê em ê mafên gelên xwe biparêzin."