RMMSê di raporta xwe ya 6 mehan a di navbera 15ê Hezîrana 2013an û 15ê Çileya Paşîn a 2014an de diyar kir ku DÎŞI der heqê navendên tenduristiyê û xebatkarên wan de îhlalan dike û diavêje ser nexweşxaneyan û mirovên birîndar direvîne.
Di raportê de bal hat kişandin ku DÎŞIyê par, piştî ku kontrola Herêma Meskene ya Helebê kir destê xwe avête ser nexweşxaneya ku Bijîşkên Sînornenas avakiribû û muxalifên birîndar revandin. Di 3yê çileya paşîn de jî milîtanên DÎŞIyê êrîş birin ser Nexweşxaneya Yamdiye ya li naverasta Lazkiyeyê û ji fermandarên Lîwaya El-Îzz bîn Ebdusselam Cemîl Lakayê birîndar revandin.
-Avakarê Weqfa Meskeneyê revandin û bi êşkenceyê kuştin
Li gor raportê, Milîtanên DÎŞIyê Dt. Huseyîn Silêmanê midûrê deriyê sînor yê Tel Ebyadê revandin û kuştin. Dt. Silêman yek ji avakarê Weqfa Meskeneya ku li naverasta Îdlibê ji bo penaberan alîkariya maddî û mirovî dikir.
Hat diyarkirin ku cesedê bijîşk, di meha çileya pêşîn de di çarçoveya guhastina dîlan a ku di navbera Eniya Ehrarûş a Şamê û DÎŞIyê de çêbû, hat îadekirin. Û dîsan bal hat kişandin ku li ser cesedê bijîşk gelekî bereteyên êşkenceyê xuya kirine û mirina Dt. Silêman jî ji ber van êşkenceyan e.
-Muxalifê birîndar jî kuştin
Li gor raporta RMMSê, komeke têkildarê DÎŞIyê, di meha çileya paşîn de avête ser nexweşxaneya Kizilayê ya li taxa Es Sahur a Helebê û êrîşî bijîşkên li ser wezîfeyê kirine û Mihemed El Seîdê ku birîndar yek ji şervanê Lîwaya Tewhîdê bû, kuştin
Xeynî van xalan di raporê de hat îfadekirin, piştî ku DÎŞIyê kontrola navçeya El Babê xist destê xwe, dermanxaneya Osman Osmanê ku bi Lîwaya Ensar ve têkildar e, talan kir.