ERBÎL
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hat bal hev.
Davûtoglû piştî hevdîtinên xwe yên taybet ên li Silêmaniyê tevlî şandeya ku pê re bû bi balafira taybet derbasî Hewlêrê bû.
Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Hiseyîn, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî, Berpirsyarê Têkiliyên Derve Felah Mistefa, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî, Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakçi, Serekkonsolosê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam û rayedarên din jî tevlî hevdîtinê bûn. Beriya hevdîtinê ji bo ku endamên çapemeniyê wêne û dîmenan bikşînin destûr hat dayîn û paşê hevdîtin di navbera her du lijneyan de ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
Barzanî diyar kir ku ew bi hatina Davûtoglû ya li herêmê gelek kêfxweş e.