PEKÎN
Hat ragihandin ku li eyaleta Cîlînê ya Çînê otobêseke karmendan şewitî. Di şewatê de 10 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor ajansa Şînhuayê serê sibê otobêsekê karmend dibirin karê wan. Di otobêsa ku tê de 43 kes hebûn de şewat derket. Di bûyerê de 10 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn. Lêpirsîna der barê bûyerê de dewam dike.