MONTREAL
Li Kanadayê Piraniyê gel wisa difikire ku armanca qanûna ji bo ku karmendên li saziyên fermî dixebitin cil û bergên baweriya wan nîşan dide li xwe nekin tê amadekirin, jinên misliman in ku şarpeyê bi kar tînin.
Kanala CBC ya fermî ya Kanadayê dIyar kir ku şîrketa lêpirsîna rayagiştî EKOS der barê pêşnumayê de anketek amade kir. Li gor anketê ji sedî 78ê kesên bi ingilizî diaxivin, ji hemû beşdarvanan jî ji sedî 70ê wisa difikirin ku ev pêşnuma ji bo jinên misliman yên sergirtî nexebitin, tê amadekirin.
Bi tevahî 2014 kes bêşdarî anketê bûn. Di anketê de pirsa "verastkirina nû, ji bo jinên misilman hat kirin an na" jî cih git .Ji van kesan ji sedî 78ê ku bi ingilizî diaxivin, ji sedî 45ê ku bi firansî diaxivin û ji sedî 70ê kesên ku bi zimanên din diaxivin diyar kirin ku bi vê pêşnumayê armanc ew e ku jinên misliman yên sergirtî nexebitin.
Ji aliyê din ve di anketê de ji bo pirsa "verastkirina cil û bergan dê hisên dijî mislimantiyê tevrake an na" jî ji sedî 70yî zêdetir gotin "erê" dê tevrake.
Ger pêşnumaya 60an ya der barê cil û bergan ku dan meclisa Hikûmeta Eyaleta Qûebecê, bê qebûlkirin kîpayê li serê cihûyan, şaşika sihyan, xaçên mezin ku xiristiyan dixin sitûyê xwe, şarpe an pêçeyên jinên misliman, Stêrka Dawûd ku dixin tiliyên xwe, gistîlên ku bi xaç an sembolên baweriyan li ser in, guharên bi sembol û sembolên din dê li saziyên fermî neyên bikaranîn.