Abdullah Tel
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
KARS
Gora Serhengê Ûris Karl Karloviçê ku bi eslê xwe ji Polonyayê bû û tevlî cil û bergên xwe yên eskerî hatibû veşartin li Erdexanê di dema kolandina qada înşeatê da hatibû dîtin neqlî Midûriyeta Muzeyê ya Qersê hat kirin.
Di 26ê nîsana sala 2017an da dema li Taxa Karagolê devereka înşeatê dihat kolandin goreke mîna menzelekî derket holê. Di wê gorê da jî Serheng Karloviçê bi eslê xwe ji Polonyayê bû û di artêşa Ûris a wê demê da wezîfedar bû hatibû veşartin. Bi armanca parastinê gor neqlî Midûriyeta Muzeyê ya Qersê hat kirin.
Midûrê Çand û Tûrîzma Bajêr ê Erdexanê Efsal Alantar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan biryara Midûriyeta Herêma Lijneya Parastina Berhemên Dîrokî yên Qersê bi cih anîn û wiha pê da çû: "Ji hêla ekîbeke pispor va gor neqlî Qersê hat kirin. Biryara herî dawîn a ji lijneyê derket wiha bû. Gor yanî kevirên gor pê hatiye avakirin hatin barkirin."
Alantar destnîşan ir ku qada jê gor derketibû jî teslîmî xwediyê wî hat kirin û wiha pê da çû: "Xwediyê erse di vê pêvajoyê da herçiqas mexdûr bûbe jî dîsa cihê wî teslîmî wî hat kirin. Ji niha pê va ew dikare li ser erseyê xwe bixebite."
Di axaftina xwe da Alantar bibîr xist ku cesedê Serheng Karlovîç jî li muzeyê ye û got ku hêj nediyare wê li kê derê bê veşartin.