Li Herêma Kurdistanê ji bo zindîgirtina cil û bergên kurdî yên ku wekî yek ji sembolên kurdan tê qebûlkirin, her sal roja 10ê adarê wekî "roja cil û bergên kurdî" tê pîrozkirin. Ji bo vê roja taybet gelek kes şûna çakêt û pantoran cil û bergên kurdî li xwe dikin.
Mêran bi "şal û şapik", jinan jî bi "fistan"ên rengîn ve bal kişandin li ser xwe. Xwendekar jî bi çekên kevneşopî ve çûn dibistanan. Îsal cara yekê destûra xwekirina cilûbergên kevneşopî ji bo karmend û polêsan jî hat dayîn. Welatiyan bi cilûbergên xwe yên kevneşopî ji serê sibehê li cade û kolanên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bejna xwe nîşan dan û her wiha dîmenên rengîn derketin holê. Bi taybetî jî zarokan ciûbergên xemilandî li xwe kirin.
- Barzanî, gelek wezîr û parlementer şal û şapik li xwe kirin
Serokê herêmê Kurdistanê Mesûd Barzanî wekî herwextî di vê roja taybet de jî şal û şapikê xwe yê xakî li xwe kir. Berdekê hikûmetê Sefîn Dîzayî û gelek wezîr û parlementer jî cil û bergên kurdî tercîh kirin, lê Serokwezîr Niçîrvan Barzanî bereksê siyasetmedarên din qate kinc li xwe kir.