PEKÎN
Civînên 12emîn Kongreya Neteweyî ya Gelê Çînê ya ku girîngtirîn şaxa rêzikdanînê ya Çînê ye û di heman demê de jî wekî parlementoya Çînê jî tê zanîn, dest pê kir.
Civînên ku li Hola Mezin a Gel a li Meydana Tîananmenê ya ku li Pekîna paytexta Çînê ye têne kirin, Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping, Serokwezîrê Çinê Lî Kiçîang û dora 3 hezar nûnerên nijadî û yên hemû herêmên Çînê beşdar bûn. Di civînê de ji bo 29 kesên ku di êrîşa ku di 1ê adarê de li îstasyona trenê ya li Kunming a paytexta eyaleta Yunnanê qewimî, sekna rêzgirtinê hat kirin.
Di destpêka kongreyê de Serokwezîr Lî Kiçiang raporta xebatên hikûmetê pêşkêş kir. Serokwezîr Lî diyar kir ku der barê ekonomiya wan de hin spekulasyon tên kirin û dibêjin ku aboriya Çînê dê gelekî paşde bimîne. Lî got ku bersiva hikûmetê ya ji bo van spekulasyonan polîtîkaya aboriya proaktîf û polîtîkaya pereyan a bi îhtiyad e. Lî bi rapora xwe ya 35 rûpelî ve armancên hikûmetê ya sala 2014 pêşkêşî kongreyê kir.
Lî got ku sala 2014an dê di bin bandora egerên derveyî de bimîne û pêvajoya başbûna aboriya cîhanê hê jî di nava nediyarî û bêîstiqrariyê de ye.
Serokwezîrê Çînê Lî got ku armanca me ya firehbûn û pêşdeçûnên di warê civakî û aborî ya sala 2014an ji sedî, 7,5 e û der barê enflasyonê de jî hedefa me 3,5 e. Xeynî van hedefan Lî diyar kir ku dê di sala 2014an de 10 milyonî îstihdam çêbikin.