SİİRT
Ji bo danasîna Sêrtê di 1ê îlonê de li Navenda Kongreyê ya Halîçê galaya "Rojên Sêrtê" hatibû li dar xistin û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Emîne Erdogan jî beşdar bibûn. Koma "Efsaneya Botanê" li wir leyistibû û pişt re Bulgaristan, Azerbeycan û Almanyayê gazî wan kiribû û niha ji bo vê bernameyê dixebitin.
Koma "Efsaneya Botanê" 6 meh e bi 8 perwerdekaran ve di rêveberiya Derhênerê Giştî yê Koma Rapêşî û Huneran yê Sêrtê Sezgîn Aydin de dixebite. Koma "Efsaneya Botanê" di bernameya xwe de yê lîstikên "Giranî, Xelef, Sêgavî, Karakistan, Kizlar, Huruke, Genimo, Helala, Maşellah, Bablekan, Govend, Çaçan, Kevanjêr, Xezale, Dellocan ve Mîzansel"ê bileyîzin.
Walîyê Sêrtê Ahmet Aydin diyar kir lîstikvanên Koma Efsaneya Botanê 45 kes in û ew jî ji nav 12 ekîbên govendên gelêrî hatine hilbijartin û di komê de xebatkar û xwendekar jî hene.
Aydin bal kişnad ku di bernameyên komê de hem tiştên kevneşopî hem hem jî tiştên xîtabî pêşerojê dikin hene û yê di bernameyan de qala Sêrtê bikin.
Koma me ji bo Sêrtê wek Agirê Anadoluyê ye û bo ku derkevin ser dikê ji derve û hundirê welêt gelek dawet tên.
Aydin diyar kir yê herin derveyê welêt û ji ber vê yekê jî pir bi kelecan in û wiha axivî: "Em ê li derveyî welêt Sêrtê bidin nasîn. Efsana "Efsaneya Botanê" dewam dike. Bi vî karî Botanê keşf dikin û geliyê Botanê didin nasîn."
Hîndekarê reqsê Mehmet Zakîr Alp got ku Efsaneya Botanê ji bo Sêrtê pêşnûmayeke cuda ye û heta niha ev cara ewilîn e bi evqas lîstikvanî ve derfet bi dest xistine ku bi kilam û lîstikan nirxên çandî bidin nasîn û berdewamkirin.