WASHINGTON
Di pêşnûmaya ji kongreyê re hat şandîn de hat diyarkirin ku rejima Sûriyê di 21ê tebaxê de çekên kîmyewî bikaranîn û di encamê de li nêzikî Şamê ji hezar kesan zêdetir mirov mirin. Hat ragîhandin ku her wiha qanûnên şer û normên navneteweyî hatin binpêkirin û wiha hat dewamkirin: "Bidestxistina çekên kîmyewî ya ji hêla rejîma Sûriyê ve, him ji bo ewlehiya Rojhilata navîn him ji bo berjewandiyên neteweyî yên Amerîkayê gefeke mezin e."
Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku Amerîka dikare bi vê rayeyê çavê her kesê bitirsîne ku tu kes careke din çekên kimyewî bikarneyne û dîsa dest neavêje çekên komkujiyê. Lê hat îdiakirin ku li Sûriyê encax bi rêya lihevhatînê kaos bê çareserkirin.
Di pêşnûmayê de hat diyarkirin ku ji bo parastina mutefîkên Amerîkayê jî hewcehî li vê rayeyê heye û bi awayekî fermî hat xwastin ku Kongre vê rayeyê bide Serokê Amerîkayê.