SULEYMANIYE
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) cara ewil bê Celal Talabanî kûrûltay kir. Di Komcivînê de biryar hat dayîn ku kongre di 31ê çileyê de bê lidarxistin.
Komcivîna 5emîn li Enstîtûya Siyasetê ya YNKê ya li bajaroka Kalaçolana Silêmaniyê hat lidarxistin. Rêvebirên partiyê yên mezin û nêzî 1000 delege beşdarî komcivînê bûn.
Axaftina vekirina komcivînê Cîgirê Yekem ê Serokê Giştî yê TNKê Kosret Resûl kir. Resûl bi bîr anî ku ev, komcivîna ewil a bêyî Celal Talabanî ye, got em hêvî dikin ku di demeke kurt de Talabanî dê baş be, vegere nava me.
Resûl diyar kir ku di hilbijartinên 21ê îlona 2013an de encameke ku wan hêvî nedikir, derket û wiha got: "Em wek rêvebirên partiyê, berpirsiyariya vê encama nebaş, digrin ser xwe. Ji bo ku em dîsa bikarin partiyê kom bikin û rakin ser pêyan, em kom bûn. Em ê hewl bidin ku biryarên nû bistînin da ku di heyama pêş de em bikarin ji fikr û ramanên cuda sud werbigrin. Ev yek ji bo me pir girîng e. Divê em teqez guh bidin fikr û ramanan."
Piştî axaftina Resûl di qûrûltayê de rojev hat nirxaqndin. Qûrûltayê nêzî saetekê dewam kir û di dawiyê de biryar hat dayîn ku kongre di 31ê çileyê de bê lidarxistin.