Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên hatin bidestxistin li bajaroka Celewlaya navçeya Xanekîna girêdayî bajarê Diyalayê bi wesayîteke bombebarkirî û çalakvanê xwekuştinê ya ku pişt re hat êrîşê buroya YNKya ku Celal Talabanî serokatiya wê dike û navenda ewlehiyê kirin. Di êrîşan de 17 kes mirin û 65 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji ber teqîna bi şîdet di çend malên nêzî cihê bûyerê de zirara madî çêbû û hin wesayît jî şewitîn.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û gotin ji ber ku teqîn gelek bi şîdet bû dibe ku jimara miriyan zêde bibe. Heta niha tu kesê berpirsyariya bûyerê negirt li ser milên xwe.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji ber topên hewanê yên ku ketin gelek taxên bajarê Mûsûlê û tên diyarkirin ku yekîneyên artêşê ew avêtine, 7 sivîl mirin.