Vekirina Fûara ku 150 fîrmayên Îranê beşdariyê dikin ji aliyê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê HKIyê Sînan Çelebî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û Serkonsûlê Îranê Azîm Huseynî ve hat kirin. Şîreketên ji Îranê li qada fûarê ji zadê heta mobîlyayê, ji xwekirinê heta amûrên nava malê, ji amûrên înşeatê heta yên zîreatê û teknolojiyê gelek berên xwe dan nîşandan.
Serkonsûlê Îranê yê Hewlêrê destnîşan kir ku hecma salane ya bazirganiya di navbera Iraq û Îranê de 13 milyar dolar e û ji sedî 47ê vê bazirganiyê jî bi Herêma Kurdistanê re pêk tê û wiha pê de çû: "Her ku diçe têkiliyên me yên bi HKIyê re geş dibin. Ji Iraqê rojê qasî 47 firoke difirin Îranê. Ji van firan 8 heb ji herêma Kurdan pêk tê. Salane ji Iraqê bal Îranê qasî 2 milyon mirov seyahat dike. Dîsa zêdetirê nîvê vê reqamê ji herêma Kurdistanê pêk tê."
Waliyê Hewlêrê Hadî destnîşan kir ku bi van çalakiyan ve HKI potansiyela xwe ya navenda cazîbetiyê xurtir dike.
Fûarê heta 12ê hezîrana 2014an bidome.