MÛŞ
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Ez ji vir bangî hemû partiyên siyasî dikim; pêvajoya çareseriyê êdî meseleya partiyan nîne, meselaya milet e. Bi çi awayî dibe bila bibe ew ê serkeftî bibe. Em ê rojavayê bi rojhilatê re, tirkmenan bi kurdan re, siniyan bi şiî û elewiyan re têxin bira û ji vê biryara xwe tu carî dev bernedin. Dema ku em dibêjin dewleteke tek, em dibêjin wekheviya hemû welatiyan û qesta me ev e. Qesta me dewleta 12 Îlonê nîne, qesta me dewleta Şêx Edebalî ye."
Serokwezîr Davutoglu: "Dema ku em dibêjin miletek tenê, qesta me ew gel e ku bi Siltan Alparslan, Siltan Selaheddîn ra mil dane hevdu. Qesta me miletên ku di artêşa wî da diçûn ser Qudsê ne. Bira hinek bibîhîzin. Kesê ku digot 'Quds ya cihûyan e" bira bibihîze. Birayên min ên ezîz ên kurd, tirk em tu carî destûrê nadin ku nasnameya Qudsê ya Îslamî bê tunekirin. Dema ku em dibêjin milet qesda me miletê Îbrahîm e, tewhîd e, dîroka bi hev ra ye, yekîtiya me ye. Bi vê meneyê em bi hev ra miletek in. Miletê ku li edaletê digere, miletê ku ber bi yekîtiyê dimeşe."