QUDIS
Serokê Amerîkayê Barack Obama got ku civaka navneteweyî der barê çareseriya dudewletî de ji Îsraîlê bawer nake ku cidî ye.
Obama daxuyaniyek da televîzyona Îsraîlê Kanal 2yê û li wir wiha axivî: "Netanyahu beriya hilbijartina giştî daxuyand ku di heyama serokwezîrtiya wî de çareseriya dudewletî wê çênebe. Civaka navneteweyî der barê çareseriya dudewletî de ji Îsraîlê bawer nake ku cidî ye. Ev jî dibe sedem ku îtibara Îsraîlê zirarê bibîne."
Obama got ku li gor wî di navbera herdu aliyan de (Îsraîl-Filistîn) îhtimala peymanekê tune û wiha dewam kir: "Lê dîsa jî ji bo ku ev rewşa bêhêvî ji holê rabe ez dixwazim ku bi herdu aliyan re xebatan bikim. Ev jî bi gotinan ve nabe, bi kirinan ve dibe. Ev ne hêsan e, lewra bi pêvajoyê zêde nayê bawerkirin."
Serok Obama wiha dewam kir: "Dema ez bûm serok û heta niha min piştgirî da welatê cihûyan. Ev ji bo me wezîfeyeke exlaqî bû û min soz dabû ku ez ê ewlehiya gelê Îsraîlê biparêzim. Di dema serokatiya xwe de ez li ser vê soza xwe sekinîm."