MEKSIKO
Hat ragihandin li Meksîkayê firokeyeke piçûk ket rê û di encamê de 5 kes mirin.
Wezareta Gihandin û Ragihandinê daxuyand firokeya ku ji bo perwerdeyê difirî, demeke kin piştî ku ji Firokegeha Queretaroyê bi firê ket û şûnde ket ser rêya Meksiko-Queretaroyê û di encamê de 5 kesên di firokeyê de mirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedema qezayê hê jî nehat kifşkirin.
Berpirsan daxuyand ku rê ji trafîkê re hat girtin û der barê qezayê de jî lêpirsîn dan destpêkirin.