WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama raye da artêşê ku hezar û 500 leşkerên din bişîne Iraqê.
Berdevkê Pentagona Wezareta Parastinê ya DYAyê John Kîrby daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku "Serfermandar (Obama) ji bo ku di mehên pêşiya me de bi awayekî berfireh perwerdeyê bidin hêzên iraqî û çarçoveya mîsyona arîkarî û rêbertiyê berfireh bike, dora hezar û 500î xebatkarên Amerîkayê bişîne Iraqê raye da Wezîrê Parastinê Chuck Hagel."
Kirby got ku dê leşker şer nekin û da zanîn Hagel di çarçoveya daxwaza hikûmeta Iraqê, nirxandina Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) ya der barê yekîneyên iraqî de û pêşketinên hêzên ewlehiya Iraqê yên di sahayê de û parastinê cihên girîng û pêşxistina plana herekatê ya der barê tearûza li ser DÎŞIyê de pêşniyaz dan Serok Obama.
Kîrby diyar kir ku CENTCOM dê ji bo piştgiriya baregeha tûxayê û iraqiyên asta wan jortir, dê li Bexda û derûdora Hewlêrê du navendên arîkarî û rêberiya operasyonan a seferî ava bike.
Kirby da zanîn ku CENTCOM 9 ji wan artêşa Iraqê û 3 ji wan ji hêzên pêşmergeyan dê perwerdeyê bide 12 tuxayên Iraqê û ji bo wê jî dê di tevahiya Iraqê de cihên cur bi cur ava bike. Kirby got ku dê cih li bakur, rojava û başurê Iraqê bên avakirin.