QUDIS
Hat ragihandin ku polêsên Îsraîlê li bajaroka Nasirayê bi hinceta êrîşkirina li ser wan welatiyekî Filistînê kuştin.
Polêsên Îsraîlê di daxuyaniya xwe li ser twîtterê de wiha gotin: "Polêsan li Kefr Keneya bajarê Nasirayê dema ku xortek binçav dikirin xortekî din bi kêrê ve êrîşî wan kir. Polêsan pêşiyê gule berî hewayê dan paşê jî berî xortê şikbar dan. Xortê ku di bûyerê de birîndar bû paşê li nexweşxaneyê mir."
Di daxuyaniya Konsêya Herêmî ya Kefr Keneyê de jî hat destnîşankirin ku xortekî ku navê wî Xêredîn Hemdan e (22) bi destê polêsên Îsraîlê ve bê teredût hat kuştin.
Konsêyê bangî Wezareta Karên Navxweyî kir da ku bira der barê bûyerê de lêpirsîneke berfireh bide destpêkirin û ceza bide sûcdaran.
Filistîniyên ku wek erebên 48an tên zanîn li Îsraîlê dijîn û nasnameya Îsraîlê bi kar tînin.