ÎSTANBÛL
Komeke ku di bin serkêşiya Platforma Piştevaniya bi Gelê Filîstînê re hat bal hev, Îsraîl protesto kir.
Gelek welatî piştî nimêja înê li ber Mizgefta Fatîhê kom bûn. Di destê welatiyan de pankartên ku li serê "Mescida Eqsa rûmeta me ye", "Gelê Filîstînê tenê nîne" dinivîsandin hebûn.
Kesên di komê de dirûşmeyên wekî "Heke xwîna me birije jî dîsa serkeftin a îslamê ye", "Bila xwîn û canê me jî Mescida Eqsayê re feda be" û "Xwedê qehra xwe li Îsraîlê bike" berz kirin û tekbîr anîn.
Li gelek bajarên Tirkiyeyê yên wekî Ankara, Îzmir, Konya, Aydin, Manîsa, Edîrne, Amasya, Samsûn, Trabzon, Çorûm, Rîze, Kayserî, Malatya, Tokat, Erzîncan, Kirikkale, Tûncelî, Kirklarelî, Tekîrdag, Diyarbekir, Batman, Sêrt, Bartin, Zongûldak, Duzce, Kastamonu, Adiyaman, Kahramanmaraş û Şanliûrfayê di bin serkêşiya saziyên civakî yên sivîl de êrîşa Îsraîlê ya li ser Mescida Eqsayê hat protestokirin.