AŞKABAT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku wê ji balafirgeha 3yemîn a Stenbolê 150 milyon kes îstifade bikin û wiha axivî: "Yên ku ji vê aciz in, li derdorê dinivîsin û dibêjin 'Dibe ku dev ji vê projeyê berdin.' Çavnebarî tiştekî ne baş e. Yên bêjin em ewladekî vê dewletê ne divê ji ber vê çavnebariyê nekin."
Serokomar Erdogan tevî Serokê Dewleta Tirkmenistanê Gurbangulî Berdîmuhamedov beşdarî civîna Foruma Kar a Tirkiye û Tirkmenistanê bû û li wir axivî.
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser projeyên mezin ê Tirkiyeyê û wiha got: "Marmaray projeya sedsalê ye, em hêvî dikin ku Tunêla Avrasyayê jî di dawiya 2015an de vebe. Wê di bin Bogazê de trimbêl derbas bibin. Çêkirina pireya 3yemîn a Bogazê dewam dike. Em hêvî dikin ku di dawiya 2015an de temam bibe."
Erdogan destnîşan kir ku wê ji balafirgeha 3yemîn a Stenbolê 150 milyon kes îstifade bikin û wiha axivî: "Yên ku ji vê aciz in, li derdorê dinivîsin û dibêjin 'Dibe ku dev ji vê projeyê berdin.' Çavnebarî tiştekî ne baş e. Yên bêjin em ewladekî vê dewletê ne divê ji ber vê çavnebariyê nekin."