WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama daxuyand ku ji bo têkoşîna bi vîrusa Ebolayê re dê rayedarekî wezîfedar bike.
Obama li Qesra Spî bi Wezîrê Mafên Mirovan û Tenduristiyê Sylvia Burwell û Dîrektorê Navenda Bergirî û Kontrola Nexweşiyê Thomas Frîeden re nêzî 2 saetan hevdîtinek kir.
Obama piştî hevditînê daxuyaniyeke kurt da nûçegihanan û got ji bo vê nexweşiya mirinê dikare rayedarakî wezîfedar bike da ku bibe berpirsyarê xebatên di vî warî de.
Lê Obama eşkere nekir ka dê ji bo vê wezîfeyê kê û kîngê wezîfedar bike.
Obama ji bo têkoşîna bi Ebolayê re kesek wezîfedar nekiriye û ji ber vê yekê jî bûye armanca rexneyên komarparêzan.