CAPE CANAVERAL
Hat ragihandin dûvsitêrka ku mezinahiya wê qasî çiyayekî piçûk e roja yekşemê wê ji nêzîkî Marsê re derbas bibe.
Daîreya Feza û Hewakariyê ya DYAyê (NASA) diyar kir ku dûvstêrkê bi leza di saetê de 202 hezar û 767 kîlometreyî ve 140 hezar kîlometre ji nêzîkî Marsê re derbas bibe.
Ev bûyer milyon salî carekê derdikeve holê, erebeyên fezayê yên ku li dora Marsê ne jî ew ê bûyerê bişopînin.
Erebeya bi navê Maven a NASAyê ji vir du roj berê ji Marsê dîmenên ewil şandibû. Maven di 11 mehan de 711 milyon kîlometre rê çû û di 21ê îlonê de kete rêgeha Marsê. Di dîmenên ku şand de bagera li Marsê ya ku ji ber kevir û parçeyên ku ji fezayê di ser Marsê de dikevin xuya dikir.
Ji xêncî erebeyên esmanî yên NASAyê yên Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA), Ajansa Fezayê ya Rûsyayê û Ajansa Fezayê ya Hindistanê jî li rêgeha Marsê hene.