Serokê DYAyê Barack Obama destnîşan kir hewce ye ku têkoşîna ji bo bidestxistina mafê medenî yên li DYAyê bê berdewamkirin û wiha got: "50 sal li dû Yekşema Bixwîn hê jî meşa me neqediya. Lê em nêzî qedandinê ne."
Serokê DYAyê Obama beşdarî çalakiya bibîranîna meşa protestoyê ya ku reşikan di sala 1965an de li bajarê Selmaya girêdayî eyaleta Alabamayê li dar xistibûn û li Amerîkayê wekî "Yekşema Bixwîn" tê zanîn, bû.
Obama wekî yekemîn serokê reşik ê DYAyê beşdarî çalakiyê bû û li ser Pira Edmund Pettus ê ku di bûyeran de zêdetir derketibû pêş bangî biqasî 40 kesî kir.
Biqasî 100 endamên Kongreyê, serokê berê yê DYAyê George W. Bush û jina wî Laura Bush û John Lewisê ku di sala 1965an de meşa Selmayê organîze kiribû û ji aliyê polêsan hatibû lêdanê beşdarî çalakiya bibîranînê bûn.
Obama di axaftina xwe de bal kişand ku têkoşîna di warê mafên sivîl de divê bê dewamkirin û wiha berdewam kir: "Ligel pêşveçûnên gîrîng hê jî der heqê mijara wekheviya derfêtê de tiştên ku bên kirin, gelek in."
Obama got ku di 50 salên dawîn de gelek guhertin çêbû û wiha domand: "Ji mafê jinan bigrin heya yê nêrmokan di gelek xalan de pêşveçûn çêbûn. 50 sal li dû Yekşema Bixwîn hê jî meşa me neqediya. Lê em nêzî qedandinê ne."
Di çalakiya bibîranîna meşa Selmayê ya ku ji aliyê bidestxistina mafên medenî de qonaxeke gîrîng e de gelek bûyerên dawîn ên di navbera polês û reşikan jî hatin rojevê. Di nava qelebalixê de hin kesan pankartên mîna "Dawî li kuştina me bînin", "Em guhertinê dixwazin" hilgirtin. Obama di axaftina xwe de qala bûyera ku par li bajarokê Fergusona li ser eyaleta Missouriyê qewimî jî kir. Obama wiha got: "Dibe bûyera ku li Fergusonê qewimî ne munferît be, lêbelê êdî ev miemeleyeke berbelav nîne."
Emdamê Kongreyê John Lewis jî di axaftina xwe ya ku beriya axaftina serok Obama kir de bûyerên 1965an bi bîr xist û wiha got: "Welatê me piştî qewimînên li ser vê pirê û şûnde wê tu car nebe wek berê. Lê hin karên divê ku bên kirên hene."
Li dû axaftinan jina serokê DYAyê Michelle Obama û kesên bi pê re li ser pira Edmund Pettusê meşiyan û derbasî aliyê din bûn.
Meşa protestoyê ya ku di sala 1965an de li bajarê Selmaya girêdayî eyaleta Alabamayê hatibû lidarxistin de bi sedan reşikên Amerîkayî beşdar bibûn.
Dema ku protestovan ji pira Edmund Pettusê derbas bibûn polêsan bertek û tundiyeke zêde bikaranîbûn û bûyer jî wekî "Yekşema Bixwîn" derbasî tarîxê bibû.