Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) der barê pevçûna ku bi "şaşî" qiwimî û di encamê de leşkerekî Kanadayê mir de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dema amadekariya operasyona li dijî rêxistina terorê DAÎŞê de bûyereke nexêr qewimî û di encama vê bûyerê de leşkerekî Kanadaya ku dost û alîkarê herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge ye şehîd ket û 2 jî jê birîndar bûn."
Di daxuyaniyê de sarsaxî ji bo malbata leşker, gel û hikûmeta Kanadayê xwestin û wiha hat berdewamkirin: "Kanada di rojên destpêkê yên êrîşên terorîstan de piştevaniya gelê me kir. Gel, hikûmet û herêma Kurdistanê ji ber vê piştgiriyê wê herdem spasdarê Kanadayê be."
Dîsa di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Kanadayê biryar stend ku li dijî DAÎŞê wê di nava sefên koalîsyonê de cih bigre û alîkariya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê jî bidomîne û wiha hat domandin: "Ev biryara Kanadayê ya merdane li ser me minetek e."
Ji hêla din di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji bo lêkolîn û zelalkirina bûyerê Wezareta Pêşmerge komîsyonek ava kir.
Di daxuyaniya ku Wezareta Parastinê ya Kanadayê duh kir de jî wiha hat gotin: "Leşkerên girêdayî Fermandariya Hêzên Taybet piştî ku ji wezîfeya çavdêriyê vegeriyan rastî hêzên Pêşmerge ên Kurd hatin. Herdu yekîneyên ku rastî hev hatin, hevdu nasnekirin. Di encama pevçûnê de ji Alaya Herekata Taybet a Kanadayê Çawiş Andrew Joseph Doiron mir. Di bûyerê de 3 leşkerên din ên Kanadayê jî birîndar bûn."