Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) êrîşa rêxistina terorê DÎŞIyê ya li dijî bajarê kevnare Hadarê şermezar kir.
Dîrektora Giştî ya UNESCOyê Iraina Bokovayê di daxuyaniya xwe ya nivîsîkî de diyar kir ku rêxistina terorê DÎŞIyê piştî bajarê kevnare Nimrûd ê ku ji serdema Asûriyan maye, êrîş bir ser bajarê kevnare yê din ê Mûsilê el-Hadarê û berhemên dîrokî talan kir. Bokovayê ev talana DÎŞIyê ya li hemberî berhemên dîrokî wekî "paqijiya çandî" binav kir.
Bajarê tarixî di nava lîsteya mîrata çanda dinê ya UNESCOyê de ye.
Piştî ku DÎŞIyê berê êrîşên xwe da berhemên dîrokî yên li Iraqê û dest bi talankirinê kir û şûnde UNESCOyê ji bo parastina berhemên navborî bangî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû da ku bilez bicivin.
Bajarê kevnare Hadar di BZ sedsala 2yemîn a de hatiye avakirin û bi perestgeh û hemamên xwe ve navdar e.
Hatibû daxuyandin piştî ku milîtanên DÎŞIyê duh êrîş birin ser bajarê kevnare Nimrûdê yê ku ji Asûriyan maye, bajar xerab bû û kavil bû.