Nûnera Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Angelîna Jolîeyê, êzdiyên di kampa Dihokê de dimînin ziyaret kir. Jolîeyê li vir bangî kamuya navneteweyî kir ku ji bo penaberên iraqî û sûriyeyî zêdetir hewl bidin.
Jolîeyê, piştî ku Kampa Hankeyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên sûriyeyî û êzdiyên iraqî li Dihokê ziyaret kir, digel Waliyê Dihokê Ferhat Etrûşî û erkdarên NYyî civîna çapemeniyê li dar xist.
Jolîeyê got ku hejmara penaberên li Iraqê zêdetirî 2 milyonî ye û Iraq ji bo kesên ku cih û warên xwe mecbûr dimînin biterikînin bûye sitargehek e.
-Ji bo alîkariyê bangî dinyayê dikim
Jolîeyê got: "Ez dixwazim bi dengeke bilind bangî dinyayê bikim. Ev merivên ku qismekî wan ji sûriyeyê hatin li vir mexdûr in. Di encama bûyerên sûriyeyê de nêzî 13 milyon însanî ji cih û warên xwe bûn. Di nav wan de yên nexweş û bê cih û war jî hene. Kamuya navneteweyî ji bo zêdetir alîkariyê bigihejîne vana divê zêdetir hewl bide. Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê re 5 sal derbas bûn; lê hê jî ev însan di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Divê dawî li vê rewşê bê, ev rewş bê guhertin."
Jolîeyê got ez dixwazim pirseke ji hemûyan bikim û wiha axivî:
"Gelo ev rewş dê heta çend salan berdewam bike. Salek, du sal, sê sal an jî zêdetir dê bidome? Ez bangî hemû serok û pêşengên dinyayê dikim: Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêyeke an jî çareseriyeke bibînin. Ji bo însanan ji vî halê xirab xilas bikin hewl bidin. Ev mirovên min wan li vê derê dîtin bi rastî zehf êş kişandine û mexdûr in. Divê ev rewş wiha dewam neke."
Angelîna Jolîeyê tiştên ku li kampê dît wiha qise kir: "Min li kampê jineke ku berê hatiye revandin û piştre jî hatiye xilaskirin dît. Ew jin hêj jî zehf ditirsiya. Wisa tirsiya bû ku nekaribû bi me re biaxive. Malbatên ku di kampê de cih tune lê bimînin jî hene. Herwiha malbatên ku ev du salin di nav van şert û mercên dijwar de dijîn jî hene. Min jinên ku mêr, qîz, lawên wan ji aliyê DÎŞIyê ve hatine revandin dîtin. Jinên ku terorîstan ew dîl girtine û wek dîlan bikartînin hene. Bi rastî ev rewşeke zehf dilsoj e."