Tirkiye piştî 6 salan di asta Serokwezîriyê de beşdarî Forûma Aboriyê ya Dinyayê (WEF) bû, her wiha Tirkiye serokatiya serdemê ya G-20ê jî dike û ji bo vê yekê Tirkiye bala beşdarvanên forûmê dikşîne.
Li Davosa bajaroka Swêdê Forûma Aboriyê ya Dinyayê (WEF) hat kirin û li vir ji bo Serokwezîr Ahmet Davutoglu ku wek axaftvanê sereke yê serdema G-20ê ye, rûniştineke taybet hat lidarxistin. Ji sala 2009an vir ve Tirkiye îsal cara ewil di asta serokwezîriyê de beşdarî forûmê dibe û di heman demê de serokatiya serdemê ya G-20an dike. Ev jî bala serokên dinyayê û rêvebirên payebilind kişand.
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan jî daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê gotibû ku forûma Davosê ya îsal ji bo Tirkiyeyê girîng e, lewra Tirkiye wek serokê serdemê yê G-20ê li Davosê ye.
Babacan wiha axivî bû: "Bi gelek aliyan re me hevdîtinên dualî kirin. Serokwezîrê me bi gelek karsazan re hevdîtin kir. Ev jî ji bo me tiştekî baş e; lewra gelek karsazan bi vê wesîleyê serokwezîrê me nas kir. Hevdîtin ji bo bawerîpêanîna her du aliyan jî baş in. Ji bo em bala karsazan bikşînin ser welatê xwe ev firsendeke baş bû."
Davutoglu beşdarî forûma Davosê ya li Londraya paytexta Îngilistanê hat lidarxistin bû û li vir bi gelek erkdarên dewletan, karsaz û nûnerên welatên dinyayê re hat bal hev. Davutoglu di çarçoveya civînên forûmê de hevdîtinên dualî kir.
Serokwezîr Davutoglu bi sifetê serokê serdemê yê G-20an beşdarî civînên Davosê bû, di civînên roja ewil ên Forûma Aboriyê ya Dinyayê (WEF) de bi Serokdewletê Ukraynayê Petro Poroşenko, Alîkarê Serokwezîrê Awistiryayê Reînhold Mîtterlehner re hat bal hev. Roja duyem bi Serokwezîrê Fînlandiyayê Alexander Stûbb, Serokwezîrê Gurcistanê Iraklî Garîbaşvîlî, Serokwezîrê Sirbistanê Alexander Vûcîc, Serokwezîrê Malezyayê Dato' Srî Najîb Tûn Abdul Razak, serokwezîrê Kazakistanê Karîm Massîmov, Serokwezîrê Zelandaya Nû John Key û bi Qralê Urdinê 2yemîn Ebdillah re hevdîtin kir. Davutoglu roja sêyem bi Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Qatarê Sheîkh Ahmed bîn Jassîm Al Thanî, Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schûlz, Serokê Lijneya Giştî ya NY û Wezîrê Karên Derve yê berê yê Sirbistanê Vûk Jeremîc re hat bal hev.