HEWLÊR
Hemîn Hewramiyê Berpirsiyarê Têkiliyên Derva yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku ji bo xilaskirina Mûsilê divê hêzên sunî pêşîkêşiyê bikin û wiha axivî: "Heke sunî li herî pêşiyê neçin pêşmergeyê nekevin nav Mûsilê."
Hewramî der barê tevgera HKIyê ya ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê da agahî da nûçegihanê AAyê.
Hewramî destnîşan kir ku bi xilaskirina Mûsilê va hêza DÎŞIyê ya li Iraqê yê kêm bibe û rewşa hêzê ya li Iraqê biguhere û wiha pê da çû:
"Ji ber vê yekê xilaskirina Mûsil mijareke zehf girîng e. Heke ji bo xilaskirina Mûsilê pîlaneke baş bê amadekirin artêşa Iraqê, hêzên kolalisyonê, sunî û şiî tevlî operasyonê bibin pêşmergeyê jî tevlî operasyonê bibin. Bi van hêzan ra em ê li dijî DÎŞIyê şer bikin. Lê belê em nabin hêzên pêşîkêş. Divê pêşîkêşê operasyonê suniyên Iraqê bin. Heke sunî li herî pêşiyê neçin pêşmergeyê nekevin nav Mûsilê. Lewra hewce dike ku gelê sunî bajêr xilas bike. Gelo sunî ji aliyê siyasî û leşkerî ve amade ne? Bersiva vê pirsê girîng e. Pirsa dudan jî gelo artêşa Iraqê ji bo operasyonê hatiye amadekirin an na?"
Hewramî bal kişand ser girîngiya alîkariya ku hêzên koalisyonê ya ji 60 welatî pêk tê, Tirkiye û Îranê bidin Iraqê û got ku alîkariya lojîstîk zehf muhîm e.
Hewramî got ku daxwaza wan ew e ku artêşeke neteweyî Iraqê biparêze û wiha axivî: "Mixabin ya rastî wisa nîne. Li Iraqê ji artêşê zêdetir Heşdî Şebî û milîsîn şiî yên din welêt diparêzin. Lê belê divê di xilaskirina Mûsilê da ev rewş biguhere. Heke sunî nebînin ku di artêşê da cî digrin û tên temsîlkirin ew ê bersiveke neyînî bidin operasyonê. Dibe ku di operasyona Mûsilê da helwesteke din nîşan bidin."