Yatsenyûk daxuyanî da rojnameya Bîldê ya Alman û got: "Wek berê ez dîsa ji bo vê qeyranê dixwazim ku çareseriyeke siyasî û dîplomatîk pêk bê. Lewra li navenda Ewropayê pevçûnek bi tenê ne di qada ewlehiyê de, bi awayekî berbiçav di qadên leşkerî, siyasî û aboriyê de jî dê bibe sedema xetereyên gelekî mezin."
Serokwezîr Yatsenyûk tevgerên Rûsyayê ya der heqê Kirimê de jî rexne kir û wiha dewam kir: "Di sedsala 21emîn de tu kes nikare bi vî awayî tevbigere. Bi leşker, tanqan û gefan tu tiştî bi dest naxin. Rûsan ev yek berê li Abhazya û Osetyaya Başûr jî dîtin. Ez dixwazim ku Rûsya leşkerê xwe vekişîne."