Lavrov, di 25emîn rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û îdia kir ku ev biryar dê li welêt pêşî li şideta hêzên radîkalan bigre û dê bi saya vê biryarê, aliyên li Ûkraynayê li hev bikin.
Lavrov got ku welatên rojava vê tevgerê wek "tevgereke êrîşker" dinirxînin û welatên rojava sûcdar kir ku welatên rojava ji bo bigihîjin armancên xwe yên jeopolîtîk mafên mirovan wek hincetekî bi kar tînin.
Lavrov got: "Ez cardin dibêjim em li vir behsa parastina mafên welatiyê û gel dikin. Em behsa parastina mafên mirovan ên bingehîn û mafê jiyînê dikin."
Sergey Lavrov diyar kir ku hikûmeta nû ya Ûkraynayê divê li gor peymana ku di 21ê sibatê de li Kîevê hat îmzekirin tevbigeriya û îdia kir ku kontrola taxên Kîevê hêj jî di destê komên radîkal de ye. Lavrov daxwaz kir ku li Ûkraynayê reformên Zagona Bingehîn bên kirin.
Tê çaverêkirin ku Lavrov li Cenewreyê, bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn, Nûnerê Taybet ê Yekîtiye Ereban û NY yê Sûriyeyê el-Îbrahîmî re bê bal hev.