Berdevkê Konsêya Ewlekariya ya Ukraynayê Andrey Lysenko di brîfînga ku li Kîevê hat lidarxistin de diyar kir ku balafira leşkeri ya Rûsyayê balafira şer a bi tîpa SU-25 ya Ukraynayê xist û wiha got: "Rûsyayê duh êvarê di saet 19.00an de provokasyoneke nû kir."
Lysenko destnîşan kir ku balafir di nav sînorê hewayê yê Ukraynayê de hatiye xistin û pîlot jî bi paraşutê banz daye û bi saxî û silametî ji herêmê hatiye derxistin.