Davit Kachkachishvili
09 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
KÎEV (AA) - Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ku bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ra hevdîtin kir û ji bo Hewla Dexl a Behra Reş a qewlê wê di 18ê Adarê da diqediya dewam bike, li hev kirin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy bi Guterres ra hat bal hev û piştî hevdîtinên li Serokatiya Dewletê ya paytext Kîevê civîna hevpar a çapemeniyê hat kirin.
Zelenskiy di axaftina xwe da Hewla Dexl a Behra Reş a ku di 18ê Adarê da qewlê wê diqede jî bi bîr xist û got ku bi Guterres ra li ser vê mijarê jî sekinîn û wiha pê da çû: "Me ji bo domandina vê peymanê li hev kir lewra ev ji bo hemû dinyayê hewcedariyeke krîtîk bû."
Guterres jî diyar kir ku bi saya peymana dexl û dan a sala par li Stenbolê hat îmzekirin ji bendergehên Ukraynayê heta niha zêdetirê 23 milyon tonî dexl û dan hat îxrackirin.